Bolton: ‘Pistî jinavbirina Hamasê divê Xeze radestî Misrê bê kirin’
PeyamaKurd - Şêwirmendê berê yê asayîşa netewî ya Amerîkayê John Bolton di hevpeyvîna ligel Sky News Erebî de ragihand ku piştî jinavbirina Tevgera Hamasê ji aliyê Îsraîlê ve, divê rêveberiya Xezeyê radestî welatê Misrê bê kirin.
Bolton gotiye: ‘’Hamasê ziyaneke mezin da xelkê Xezeyê, ji ber bê ferman û biryara Îranê ti tevgerek nedikir, Filîstiniyên Xezeyê gelek êş ji ber hikûmraniya xirab a Hemasê kişandin.’’
John Bolton diyar kir: ‘’Xeletiya Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ew bû ku wisa dizanî Tehran rejîmeke pêşketî ye û dikare danûstan pê re bên kirin! Lê eger niha Amerîka gihîşt wê biryarê ku Îran li pişt wan êrîşên Hemasê yên li ser Îsraîlê ye, divê êdî Joe Biden jî siyaseta vebûnê ya bi rûyê Îranê ve vekiriye ji holê rake.’’
Bolton destnîşan kir: ‘’Îsraîl, dê Hemasê ji nav bibe, lê pêwîste piştî jinavbirina Hemasê êdî hikûmraniya Xeze ji aiyê aborî û birêvebirinê ve wek berê ji Misirê re bê dayîn. Herwiha beşeke wê jî ji Urdinê re bê dayîn. Bi piştrastî piştî nemana Hemasê desthilata Filîstînê dê vegere Xezeyê, lê li gor min dê Xeze wekî ku min gotî dê baştir birêve biçe.’’
Bolton di dawiyê de da zanîn: ‘’Divê hemû alî bizanin Îsraîl Rojhilata Navîn bicih nahêle, ji bo wê ji bo Filîstîniyan ya baş ew e, vê rastiyê bizanin û bi awayekî danûstanê ligel Îsraîlê bikin ku mafên xwe misoger bikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin