Bombeya pasmayîya serê Îran û Iraqê teqiya: 4 sivîl mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Zubeyr a parêzgeha Besra ya Iraqê teqînekê rû da û çar kesên sivîl hatin kuştin.
Li gorî ragihandina çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Besrayê teqîn ji ber paşmahiyên şer li navçeya Zubeyr rû daye û bombeyek bi çar kesan de teqiyaye ku her çar welatî jî mirine.
Hat ragihandin ku di nav kuştiyan de zarokek jî heye.
Li gorî zanyariyan bombeya teqiyaye paşmayiya şer û pevçûnên 8 salan ên navbera Iraq û Îranê di heyama rejîma Beas de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin