Rojhilat | Bi teqîna mîna bermayiya serê Îran-Iraqê jineke Kurd birîndar bû

15 May 2022 15:50 0 dîtin
Rojhilat | Bi teqîna mîna bermayiya serê Îran-Iraqê jineke Kurd birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Mêrge Nexşîn a bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, jineke Kurd a temenê wê 35 sal e di encama teqîna mîneke çandî ya rejîma Îranê de birîndar bû.

Hat zanîn ku navê jina bi mînê birîndar bûye Meriyem Xefûrî ya xelka bajarê Baneyê ye û ji bo tedawiyê bo nexweşxaneya bajarê Tewrêzê hatiye veguhastin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, doh 14ê Gulanê jina bi navê Meryem Xefûrî dema komkirina giyayê Biharê li nêzîkî gundê Mêrge Nexşîne mîn pê de teqiyaye û birîndar bûye.

Hefteya borî jî li ciwanekî temen 18 salî yê bi navê Hebîb Hatemî Sînavayî ji gundê Kuran ê girêdayî devera Soma ya bajarê Urmiyê, bi sedema teqîna mînê bi awayekî dijwar birîndar bûbû.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê di nav çend salên borî de, bi giştî bi 402 kesên sivîl (103 kuştî û 299 birîndar) li Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbaniyên teqîna mînan û cebilxaneyên bermayiyên şerê Îran û Iraqê.