Di teqîna mîna bermahiya serê Sovyetê de 9 zarokan can da
PeyamaKurd - Li welatê Afganistanê ji ber teqîna mîneke ji dema şerê bi Yekîtiya Sovyetê maye 9 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsên Afganistanê dane xuyakirin, mayîna ji dema dagirkeriya Rûsyayê maye teqiya ye û di encamê de 9 zarok mirine.
Polîsên Gaznîyê jî ragihandiye, zarokên li navçeya Gerû jiyana xwe ji dest dane di navbera 4 û 10 salî de ne û pênc jê keç, çar jî kur bûn.
Hêjayî gotinê ye, li Afganistanê ku zêdetirî çil salan şer dewam kiriye û gelek caran teqemeniyên bermehiyên şer bi sivîlan de diteqin û dibin sedema mirin û birîndarbûna wan.
Artêşa Sovyeta berê di Kanûna 1979an de Afganistan dagir kiribû û piştî şerê zêdetirî neh salan di Sibata 1989an de ji Afganistanê vekişiya bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin