Borell: Êdî em nikarin rewsa Rojhilata Navîn rave bikin!
PeyamaKurd - Nûnerê Polîtîkayên Bilind û Pêwendiyên Derve ya Yekîtîya Ewrapayê Josep Borrell, beriya civîna îro 18ê Mijdarê ya bi wezîrên derve yên YE re li Brukselê daxuyanî dan.
Borell, bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn ku şerê Îsraîlê û Hemasê û Hizbullaha Lubnanê dewam dike û got, "Êdî ji bo şîrovekirina rewşa Rojhilata Navîn gotin nema ye”.
Berpirsê Ewropî diyar kir, "Êdî axaftin nema. Min hemû gotin ji bo ravekirina tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin westandin".
Borrell ê ku temenê wî 77 sal e, got ku ew ê di vê civîna dawî ya di bin serokatiya xwe de, beriya dawiya erkê xwe di meha bê de, daxwazê ji wezîran bike ku diyaloga siyasî ya ku di peymana hevkariyê ya di navbera YE û Îsraîlê de hatiye diyarkirin rawestînin.
Hêjayî bibîrxistinê, gelek endamên Yekîtiya Ewropayê li dijî wê daxwazê ne û Almanya, Hollanda, Fransa û Îtalya piştevaniya xwe ya bo Îsraîlê didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin