Boris Johnson, ji namzediya Serokwezîrtiyê vekisiya

24 October 2022 17:15 0 dîtin
Boris Johnson, ji namzediya Serokwezîrtiyê vekisiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku wî xwe ji namzediya Serokwezîrtiya Brîtanyayê vekişandiye. Johnson diyar kir ku ger venekişiya, dê bi îhtimaleke zêde bi ser biketa.

Di nav Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê de piştî îstifakirina Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss, yek ji namzedên ku bixwe bawer bû jî Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson bû ku ew jî bi îstifayê ji erka xwe ketibû.

Johnson li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku wî xwe ji namzediyê vekişandiye lê deme ku venekişiya, hegera biserketina wî jî dê zêde bûya.

Boris Johnson di daxuyaniya xwe de got,

“Hegera ku ez di nav Partiya Muhafazakar de bi ser bikevim, gelek zêde ye û dibe ku ez roja înê vegerim Downing Streetê. Lê belê ez fikirîm ku mixabin ev tiştê di rojên dawî de bê kirin, dê ne tiştekî rast be.

Heta ku di nav parlamentoyê de partiyeke we ya yekgirtî tunebe, hûn ê nikaribin bi awayekî bi bandor bi rê ve bibin.”

Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, ligel 5 wezîr û nêzîkî 50 erkdarên hikûmetê, di meha tîrmehê de îstifa kiribûn û piştî îstifaya Liz Truss, namzediya wî di rojeva Brîtanyayê de yek ji rojevên sereke bû.