Brîtanya | Kabîneya Johnson belav dibe: Hejmara wezîrên îstifa kirin gihîst 4an
PeyamaKurd – Li Brîtanyayê ji kabîneya hikûmeta Serokwezîr Borîs Johnson îro du wezîrên din îstifa kir û hejmara wezîrên ji doh 5ê Tîrmehê ve îstifa dikin gihîşt 4 kesan.
Doh Sêşemê Wezîrê Tenduristiyê Sajid Javid û Wezîrê Darayî Rishi Sunak, rexne li serokwezîr Johnson girtibûn û îstifaya xwe dabûn.
Îro 6ê Tîrmehê jî Wezîrê Dewletê yê ji Dibistanan Berpirs Robin Walker û Wezîrê Malbat û Zarokan ê hikûmeta Brîtanyayê Will Quince karvekêşana xwe dan.
Hat zanîn ku ji bilî wezîran hejmarek şêwirmend û parlamentaran jî îstîfa kiriye.
Wezîrên îstîfa dikin wekî sedem nemana baweriyê bi hikûmetê û nakokiyên nav Partiya Mihafezekar nîşan dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin