Borîs Johnson dîsa dibe namzedê serokwezîrtiya Brîtanyayê
PeyamaKurd – Piştî îstifaya serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss, li Brîtanyayê namzedên serokwezîrtiyê têne nîqaşkirin ku herî dawî navê serokwezîrê beriya Truss, Borîs Johnson jî ji bo namzediyê derbas dibe.
Wezîrê ji Bakurê Îrlandayê Berpirs ê Dewleta Brîtanyayê Chris Heaton Harris, îdia kir ku wê serokwezîrê berê Boris Johnson dîsa bikeve pêşbirka posta serokwezîriyê û seroktiya Partiye Muhafezekaran.
Harris ji Sky Newsê re gotiye, wê Boris Johnson ji bo bikeve şûna Liz Truss dîsa bibe namzed û ji xwe benda piştevaniya 100 parlamenteran bo seroktiya partiyê jî derbas dike.
Liz Truss piştî dest ji kar berdana Boris Johnson 6ê Îlonê bûbû serokwezîra Brîtanyayê û ji ber polîkayên aboriyê ku rastî nerazîbûnan hatin, 20ê Cotmehê jî îstifa kiribû. Heta serokwezîrê nû bê hilbijartin, wê Truss serokwezîrtiyê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin