Brîtanya yasayeke nû ya dijî koçberên qaçaxî derdixe

05 March 2023 17:18 0 dîtin
Brîtanya yasayeke nû ya dijî koçberên qaçaxî derdixe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ragihand ku ji bo rêgirtina koçberên nayasayî ew ê qanûneke nû derxin.

Li gorî medya Brîtanî Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak gotiye, ew ê roja Sêşemê qanûneke nû ya koçberiyê ragihînin ku armanca wê rêgiriya koçberan e bi taybetî jî yên ku bi beleman ji tengava Îngilîz derbas dibin.

Rishi Sunak daye zanîn, Wezareta Navxwe bi hevahengiya wezaretên peywendîdar qanûn amade kiriye û diyar kiriye, “Mijara koçberên neqanûnî yek ji karên min ên pêşîn e û min soz da ku dawî li hatina koçberên bi beleman tên bînim û ez li ser soza xwe bi israr im.”

Li aliyê din Wezîra Navxwe yê Brîtanyayê Sully Braverman jî li ser yasa ya nû ya koçberan gotiye: “Êdî bes e. Brîtanî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Ew ji axaftina bê kiryar westiyane. Divê em diyardeya koçberiya bi beleman rawestînin, eger ew bi rêyên neqanûnî bên dê bên desteserkirin û nayên hîştin ku li vir bimînin. Yasa dê zelal be. Tekane rêya hatina Brîtanyayê dê bi qanûnî û ewle be.”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî welatê Brîtanyayê biryar dabû ku koçberên neyasayî bişîne welatê Rûandayê û herdu welatan li ser li hev jî kiribû.

Li gorî amarên fermî tenê di du mehên destpêkê yên îsal de 2 hezar û 950 koçber ji kendava Îngilîz re derbasî Brîtanyayê bûne.