Buhayê pareyê Îranê ket: Operasyonên aborî destpêkirin

10 March 2024 22:15 0 dîtin
Buhayê pareyê Îranê ket: Operasyonên aborî destpêkirin

PeyamaKurd - Piştî bûhayê pareyê rejîma Îranê li hember dolar dakete xwarê û 1 dolar bû 61 hezar û grama zêr jî bû 37 milyon û 500 hezar tumenê Îranê, Serokê Polêsê Ewlehiya Aborî ya rejîma Îranê Husên Rehîmî ragihand ku bi dehan karsazên pare hatine desteserkirin.

Rehîmî da zanîn ku ji destpêka salê ve li dijî karsazên pare zêdetirî 50 operasyon hatine kirin.

Serokê Polîsên Ewlehiya Aborî hejiyana aborî ya bazarê bi sedemên derve ve nirxand û angaşt ku dijmin planên tevlihevkirina bazarê bi ser aboriya rejîma Îranê ve disepîne.

Polêsê Ewlehiya Aborî ya Îranê, piştî ku nirxê dolar di bazara serbest de ji 61 hezar tumenî derbas bû, tedbîrên xwe yên ewlehiyê tundtir kirin û ev yek jî bû sedema nîgeraniya welatiyan û çalakvanên aborî.

Piştî encamên hilbijartinên Parlamena rejîma Îranê hatin aşkerekirin, dolar li hember tumenê Îranê rekor şikand.

“Helwesta bîrdozî bû sedem”

Li gorî hin çavdêran, helwesta bîrdozî ya nûnerên nû yên parlamena Îranê û kêmbûna ezmûna wan a di mijarên aborî û meşandina siyasetê de bûye sedema daketina buhayê pareyê rejîma Îranê û welatî ji ber vê yekê ji rejîmê pir dilgiran bûne.

Di rojên dawî yên sala çûyî de zêdebûna daxwazê û herwiha geşedanên navneteweyî bandoreke pir nerênî li aboriya rejîma Îranê kir.

Duh li seranserê cîhanê zêr rekoreke nû ya bilindbûna bûhayê xwe şkand û di bazara Tehranê de jî buhayê zêr ji 37 milyon û 500 hezar tumenî derbas kir.