Ji ENKSê daxuyaniya êrîs û operasyonên Tirkiye û Îranê...

24 November 2022 18:59 0 dîtin
Ji ENKSê daxuyaniya êrîs û operasyonên Tirkiye û Îranê...

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û banga rawestandina êrîşan kir. Herwiha ENKSê got, nabe Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bibin qada şerê di navbera Tirkiye û PKKê de.

Di daxuyaniya ku îro Pêncşemê 24ê Mijdarê ji aliyê Sekreteriya Giştî ya ENKSê hatiye dayîn de hat gotin: “Tirkiye ji berbanga 20ê Mijdarê ve, dest bi êrîşên asmanî li ser gelek xalên navçeyên sînorî yên di nav axa Sûriyê de û li ser deverên Kurdî ji Dêrikê li rojhilat û heta gundewarê bakurê Helebê li rojava kiriye û navendên binesazî, xizmetguzarî û elektirîkê kirin armanc, di encama van êrîşan de jî gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.”

ENKSê diyar kir: “Bombebarana Tirkiyê gihîşte baregehên PKKê yên di nava Herêma Kurdistanê de ku di heman demê de jî Supaya Pasdarên Îranê bi moşek û dronên bombekirî êrîşî xaka Herêma Kurdistanê, kampên koçberên Kurd ên Kurdistana Îranê û  baregehên partiyên wê kirin.”

ENKSê da xuyakirin, Îran bi van êrîşên ji destpêka serhildana gelên Îranê ya li dijî rejîma zordar a Tehranê ve, hewl dide bi êrîşa li ser Herêma Kurdistanê, krîza xwe ya navxweyî derxîne derve.

Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin: “Ev operasyon, ji bilî binpêkirina serweriya Sûriye û Iraqê ji aliyê welatên cîranên Tirkiye û Îranê ve, gefeke cidî ye li aramiya navçeyê û ewlekarî û selametiya welatiyan ku rewşeke tirs û xofê li navçeyên Kurdî li Sûriyê çêdike.”

ENKSê da zanîn, tevî şermezarkirina van êrîşan ku dibin sedema karesatan, ew daxwaza rawestandina wan dike û tekez dike ku operasyonên bi vî rengî, rewşê aloztir û xirabtir dikin û tekane rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, zimanê diyalogê û dîplomasiyê ye.

Di berdewamê de jî hat gotin: “ENKS tevî ku red dike Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê bibe meydana operasyonan û çareserkirina hesaban di navbera PKK û Tirkiyê de, di heman demê de daxwaz ji civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê dike ku bi berpirsyariya xwe rabin û rê nedin Pasdarên Îranê êrîşên ser Herêma Kurdistanê bikin.”

ENKSê bang li Amerîka, Rûsya û hêzên Hevpeymanan kir ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina operasyon û êrîşên asmanî yên Tirkiyê li ser axa Sûriyê û aloziya li ser her du aliyên sînor rawestînin.

Herwiha ENKSê bang li gelê Kurd û hemû xelkê herêmê jî kir ku li cih û warê xwe bimînin, aştiya sivîl biparêzin û hevkarî û nirxên pêkvejiyanê di navbera xwe de bilind bikin.