Çêkirina bendava Dêwane ya Silêmaniyê bi dawî bû

21 August 2024 12:18 0 dîtin
Çêkirina bendava Dêwane ya Silêmaniyê bi dawî bû

PeyamaKurd – Çêkirina bendava Dêwane ya li ser sînorê navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê bi dawî bû.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xebatên avakirina bendava Dêwane ku 21 milyon metre sêca av e, bi dawî bûne.

Bendava ku li ser qadeke 1 milyon û 318 hezar metrekare hatiye çêkirin, 42 metre bilind û 260 metre dirêj e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê bendava Dêwane ji bo parastina avên bin erdê, geştiyar û çavkaniyên masiyan bê bikaranîn. Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku wê li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê çêkirina hewz û bendavan berdewam be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 25ê Hezîrana 2024an de bendava Çemirge ya navçeya Kuştepe ya Hewlêrê vekir. Serokwezîr Barzanî di merasima vekirinê de got: "Avên bin erdê yên Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke metirsîdar kêm dibin, av û samanên xwezayî ne tenê mafên me ne, belkî mafên nifşên paşerojê ne, lewma divê em wan biparêzin."