Hikûmeta Kurdistanê ji bo Bendava Dêwane 2 milyar dînar terxan kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyar Dînar ji bo projeya bendava Dêwane terxan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizemendî li ser xerckirina 2 milyar û 174 milyon û 78 hezar Dînar ji bo projeya bendava Dêwane da.
Pereyên projeyê bi awayekî nextî û qonax bi qonax li ser budçeya veberhênana Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên avê dê werin xerckirin.
Bendava Dêwane li ser çemê Dêwane li başûrê rojavayê Derbendîxanê dikeve, yek ji projeyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Bendava Dêwane 422 metro li ser asta rûyê deryayê bilind e û dikare 21 milyon metro sêcar avê li pişt xwe kom bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin