Caggins: Em li ser bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Washingtonê dixebitin
PeyamaKurd – Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins di daxuyaniyekê de diyar kir: “Em bi rêya Enstîtuya Kurdî ya li Washingtonê û rêxistinan, li ser bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Washingtonê dixebitin.”
Myles Caggins beşdarî çend çalakiyên Enstîtuya Kurdî ya li Washingtonê bû û da zanîn: “Her dem cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li derdora hev û ji bo armancekê bicivin.”
Caggins herwiha destnîşan kir: “Çend rojên berê ez li Washingtonê bûm û beşdarî çend civînan bûm, em ligel nûnerên çendîn rêxistin û dostên Kurdan li Amerîkayê civiyan û çalakî ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya li Washingtonê hatibû lidarxistin.”
Myles Caggins eşkere kir: “Ez gelek kêfxweş bûm ku min kesayetiyên Kurd ên ji parçe û deverên cuda yên Kurdistanê dît û em bi hev re civiyan û me li ser çendîn mijarên girîng ên girêdayî Kurdan gotûbêj kir, ji wan; çand û pêwendiyên ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dînamîka erdnîgariya Rojhilata Navîn.”
Herî dawî diyar kir: “Ez gelek kêfxweş bûm bi dîtina hevalên xwe Sînem Xan û Beyan Xan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin