Çalakiyên DAISê dikin ku Pêsmerge vegere herêmên Kurdistanî
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di nava hefteyekê de li sînorê Sadiye, Celewla û Xaneqînê 12 kes ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin. Çar ji kuştiyan xelkê Xaneqîn bûne.
Çekdarên DAIŞê ji çiyayê Hemrîn xwe dighînin nêzîkê Sadiye, rêzeçiyayên Kobaşî yên navbera Xaneqîn-Sadiye û deşta Tibica navbera Celewla û Qeretepe, ji ber tu hêz li derveyê bajarokan nîne û tenê li ser rêyên serekî hene.
Berî bûyerên 16ê Cotmehê sê lîwayên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li wan sînoran hatibûn bicîhkirin, DAIŞê nikarîbû tevbigere û çalakiyên wê gelekî kêm bûn, lê niha bi kêfa xwe digerin û xelkê dikujin.
Niha Hêzên Pêşmerge li Germesêr xwe organize dikin, Lîwa 3 ya Piyade ku ji Hêzên 70 û 80yî pêkhatiye hevdu girtine û 20 kîlometre dûrî Xaneqîn çeper kolane. Ew dibêjin ku eger rêkeftin were kirin vedigerin navçeyên sînorê Maddeya 140ê ku wek navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tên naskirin.
Di vê derbarê de yek ji Fermandeyên Liwaya 3 ya Piyade bi navê Îrfan Hemexan got: “Eger hikûmeta Iraqê daxwazê ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bike, em amade ne vegerin wan cihên ku berê lê bûn.”
Li gor zanyariyan hikûmeta Iraqê bi armanca nehiştina tevgera çekdarên DAIŞê û li gor wê rêkeftina berî hatina DAIŞê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû kirin, dixwaze li Neftxane, Nawdoman, Pira Helwan, Qere Tepe û Cebare bazgehên hevbeş ên Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê deyne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin