Çandar: Li Zelanda Nû jî dewleta Kurd bê avakirin wê Tirkiye li dijî derkeve
PeyamaKurd – Nivîskar û rojnamevanê Tirk Cengiz Çandar ku beşdarî Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî ya li bajarê Duhokê bû, got ku siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê şaşe û da zanîn, Erdogan dibêje em rê nadin rêveberiyeke weke Hewlêrê li Rojava bê avakirin û niha jî wê yekê dike.
Cengîz Çandar di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de li ser Rojavayê Kurdistanê got, “Ew rêveberiya Kurdan ligel Ereb û Xirîstiyanan ava kiriye, hêj dimîne û niha li herêmê rewş gelek aloz e. Pirsa Kurd niha bûye pirseke navnetewî.”
‘Kurdên Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hatin firotin’
Çandar dibêje, “Kurdên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hatine firotin, ne ez vê yekê dibêjim, senatorên Amerîkî bixwe dibêjin. Li Amerîkayê nerazîbûneke mezin li hemberî vê yekê hene. Trump gelek zû pêgeh û helwesta xwe diguhere, lewma nabe li gor siyaseta Trump polîtikaya Sûriyê û Kurdan bê rêvebirin. Ez di wê baweriyê de me siyaseta Tirkiye ya li Sûriyê şaş e.”
‘Tirkiye neçar ma rêveberiya Herêma Kurdistanê qebûl bike’
Çandar destnîşan kir ku ji ber pêşhateyên dîrokî Tirkiye neçar ma ku rêvebirya Herêma Kurdistanê bi fermi qebûl bike û wiha pê de çû: “Ji bo peywendiyên Tirkiye û Rojavayê weke peywendiyên Enqere û hewlêrê çêbin, divê herî kêm rêveberiyeke wê ya Kurdî hebe. Tirkiye çend caran ji zarê Serokomar Erdogan gotiye ‘tiştên li Hewlêrê pêk hatiye em qet rê nadin li Rojava pêk were’. Wate Enqere nedixwest li Hewlêrê rêveberiyeke Kurdî were avakirin, lê ji ber pêşhateyan neçar bû ligel Hewlêrê peywendiyên baş danin. Erdogan dibêje em rê nadin rêveberiyeke weke Hewlêrê li Rojava bê avakirin û niha jî wê yekê dike.”
‘Li Zelanda Nû jî dewleteke Kurdî bê avakirin wê Tirkiyê li dijî wê derkeve’
Nivîskarê Tirk herwiha bibîr xist ku li Zelandaya Nû jî dewleteke Kurdî were avakirin Tirkiye dê li dijî wê derbikeve û wiha pêde çû:
“Sedema vê yekê ew e ku zêdeyî nivê nifûsa Kurdên cîhan li Tirkiyê dijîn. Tirkiye ditirse ku eger li cihekî cîhanê dewleteke Kurdî were avakirin dê Kurdên li Tirkiyê jî ji bo avakirina dewleteke Kurdî han bide. Ev metirsiya Tirkiyê heye. Lê li gor min ev yek şaş e, heta li Tirkiyê pirsa Kurd bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin ev metirsiya Tirkiyê dê berdewam be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin