Çapemeniya Tirkiyê: Endama Konseya Rêvebir a PKKê li Silêmaniyê hat kustin

28 July 2022 13:57 0 dîtin
Çapemeniya Tirkiyê: Endama Konseya Rêvebir a PKKê li Silêmaniyê hat kustin

PeyamaKurd – MİTê li Silêmaniyê operasyonek li dijî Endama Konseya Rêvebir a PKKê Hatîce Hezer “Bêrîvan Zîlan” li Silêmaniyê li dar xist û di encamê de hat kuştin.

Ajansa Anadoluyê da zanîn, cihê Hatîce Hezer ji aliyê MÎTê ve hatibû diyarkirin û paşê di operasyonekê de li Silêmaniyê hatiye armanckirin.

Hêjayî gotinê ye, Hatîce Hezer a bi navê “Berîvan Zîlan” tê naskirin di sala 1991ê de tevlî PKKê bû. Di sala 2004an de bû berpirsa rêxistina jinan PJA (PJAK). 

Hatîce Hezer di sala 2008an de di nava HPGê de di asta berpirsiyar de cih girt. 

Herwiha hat ragihandin ku Hatîce Hezer di sala 2017an de jî li Efrînê tevî erkên xebata siyasî û sekreteriya rêxistinê bû û di rêveberiya TEV-DEMê de cih girt.