Çapemeniya Yûnan: Amerîka û Yûnanistan bi hevre dest bi tetbîqatê kirin

10 October 2022 22:18 0 dîtin
Çapemeniya Yûnan: Amerîka û Yûnanistan bi hevre dest bi tetbîqatê kirin

PeyamaKurd – Di van rojên ku navbera Atîna û Ankara xweş nîne, çapemeniya Yûnanistanê xeberekî dinê nivîsand. Amerîka û Yûnanistan li Trakya rojava ji sînorê Tirkiyê 50 km dûr li bajarê Îskeçê, li gundê Petrohoriyê dest bi tetbîqatê kirine.

Di tetbîqatê de tankên Leopard û Abrams, helîkopterên  Skorsky, Apache, Kiowa Warriors û Chinook tên bikaranîn. Berya tetbîqatê alên her dû dewletan kişandine jor û di axaftinan de fermandarê Amerîkî weha gotiye:

“Soza Amerîkayê ya parastina axa NATO yê weka hesin qewiye. Amerîka ji bo hevkarên xwe yên NATO yê baştir biparêze, wê rewşê xwurttir bike.”

Sala borî jî tetbîqat li heman ciyê hatibû kirin. Hat gotin ku wê Yûnanistan li ser sînorê Tirkiyê li dora çemê Merîcê, wê 10 tankên ku her yek bi giraniya 4 tone û bi teknolojiya herî dawî û bi çekên teknolojiya herî nûjen hatine barkirin, weka dewriye bigerin. Wê ev bibe alavên parastvanên ser sînorê Yûnanistanê.10 alavên zirxî wê bi taybetî li ser sînorê bi dirêhaiya 46 km yan, 24 siet bigerin û her weha ji bo ser çemê Merîcê jî, di wexta ku ava çem bilind bibe, wê bi botên ser avê dewriye bigerin.

Wê sîstema çîtan û ronahiyê ya ser sînor di rojên pêşiya me de bikevin dewrê û ev qewîkirina sînor ji bo koçber ji Tirkiyê derbasî Yûnanistanê nebin têkirin.