Yûnanistan 90 alavên zirxî yên Amerîkayê teslîm sitend

27 July 2022 00:15 0 dîtin
Yûnanistan 90 alavên zirxî yên Amerîkayê teslîm sitend

PeyamaKurd – Yûnanistan her diçe çekên xwe zêde dike û piraniya wan ji Amerîkayê dikire. Herî dawiyê Yûnanistan 90 alavên zirxî yên M1117 ku yên ewlehiyê ne ji Amerîkayê teslîm sitend. Konsulxaneya Amerîkayê ya Atînayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de wêneyên alavên zirxî belav kir û weha got:

“Em kêfxweşin ku 90 alavên zirxî yên M1117 li Selanîkê ne. Heya dawiya salê Washington plan dike ku 1200 alavên zirxî bişîne Yûnanistanê û tev belaşin. Hevkariya bergiriyê ya navbera Yûnanistan û Amerîkayê ji her wextê xwurttir e.”

Li ser mijarê rojnamevan Yorgo Kırbaki ji Atînayê ragihand ku 90 alav ji 1200 alavane ku Amerîka hîbbe dike ji bo Yûnanistanê û weha dewam kir:

“Amerîka heya niha 1100 alavên leşkerî daye Yûnanistanê û ji 90 alavên ku daye, çi jê kêmbin wê heya mehên ewilî yên sala bê teslîm bike. Sîlihên ku dane Yûnanistanê 50 heb ji wan sîlihên wan danîne û şandine sînorê Merîcê ji bo keşfa sînor û çavdêriyê.”