Hollanda, 28 alavên zirxî yên ser sand Ûkraynayê

31 August 2024 20:50 0 dîtin
Hollanda, 28 alavên zirxî yên ser sand Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Hollandayê Ruben Brekelmans ragihand ku ji Ûkrayna re 28 alavên zirxî yên bi paletên Vikingî şandine.

Brekelmans got ku destekê didin Ûkraynayê da karibin bi êrîşa Rûsya re têbikoşin û Ûkrayna dikare balafirên F-16 yên ku Ûkrayna ji wan sitendiye, li ser axa Rûsyayê bikarbînin.

Wezîr Brekelmans, di ser hesabê xwe yê Xê li ser mijarê parvekirin kir û got ku 28 alavên zirxî yên bi paletên Viking amade kirine û ji bo bikaranîna alavan, piyadên deryayê yên Hollandayê, leşkerên Ûkraynayê perwerde kirine.

Brekelmans ji weşangerê giştî yê Hollanayê ji NOSê re got:

“Ûkrayna dikare balafirên şer yên F-16an ku daye Ûkraynayê li ser axa Rûsyayê bikarbîne. Hûqûqa şer derfetê dide Ûkraynayê dema Rûsya êrîşê axa wê bike. Mînak eger Rûsya fuze bavêje axa Ûkraynayê, Ûkrayna bi F-16an li esmanê Rûsyayê dikare fuzeyan îmha bike.”