Almanya soz da ku wê ‘Patriot’ û alavên ‘Marder’ yên zirxî bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokwezîrtiya Almanya bi nivîskî ragihand ku serokwezîrê Almanya Şansolye Olaf Scholz bi telefonê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re axifiye û gotiye ku wê Almanya sîstema bergiriya hewayî Patriotan û alavên zirxî yên tîpa ‘Marder’ yên şer bide Ûkraynayê. Di daxwuyaniyê de her dû lîder li ser parastina yekîtiya axa Ukraynayê, serxwebûn û desthilata wê bûne hemfikir û destekê didinê.
Biden û Scholz ji bo Ukraynayê alîkariya darayî, mirovî, leşkerî û dîplomatîk heya pêdiviya Ukraynayê pê hebe wê destekê bidinê û daxwuyanî weha dewam dike:
“Bi vê armancê wê Amerîka alavên zirxî yên şer yên tîpa Bradley amade bike. Wê Almanya alavên zirxî yên tîpa Marder amade bike. Her dû welat wê ji bo sîstemên navborî leşkerên Ukraynayê perwerde bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin