Ûkrayna û Îsveç dê bi hevre alavên zirxî yên CV90 çêbike
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy li Stockholmê bi serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson re civiya û piştî civînê ji bo çapemeniyê ragihand ku wê bi Îsveçê re alavên zirxî yên CV90 hilberînin. Di civîna çapemeniyê de Zelenki weha got:
“Berya her tiştî hevkariya di seha bergiriyê de ji bo me girîng e. Di rojeva me de hilberîna CV90 di nav de gelek tiştên din hene. Leşkerên me ji zû de di seha şer de alavan bikartîne. Hem em ê bi Îsveçê re li Ûkraynayê hilberîna CV90an bikin. Pîlotên me yên Ûkraynî ji zû de dest bi ceribandinên Gripensan kirin. Niha em amadekariya desteka paketa 13em ya transfera alavên desteka Îsveçê dikin.
Di paketê de, ya herî girîng ji bo alavên bergiriyê û şer muhîmmat, perçên yedek û ekîpmanên paqijkirina mayinan e.”
Kristersson jî ji bo Ûkraynayê desteka xwe ragihand û got:
“Di temamê têkoşîna we de, em bi we re ne û vê pêwistiyê tînin cîh.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin