Çar birîndarên li nexwesxaneyên Zaxoyê veguhestin Bexdayê
PeyamaKurd – Piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, çar birîndarên li nexweşxaneyên Zaxoyê, veguhestin Bexdayê.
Li gor zanyariyan, hejmarek ji birîndarên topbarana artêşa Tirkiyê li ser navçeya geştiyariyê ya gundê Perexê, hîn jî li nexweşxaneyên Zaxoyê tên dermankirin û çend birîndarên ku rewşa wan baş bûne, îro bi ambulansan ji bo Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê tên veguhestin û pişt re jî wê ji bo Bexdayê bên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin