Careke din li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê, careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin.
Li gor Parêzgeriya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniyekê Parêzgeriya Wanê, ji roja Duşemê 30ê Mijdara 2021 heta 14ê Kanûna îsal, heta 15 rojan hemû cûrên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku: “Bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlekariya millî û tendirûstiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin