Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin

14 May 2022 00:19 0 dîtin
Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê ji sala 2016 an heya niha kirina çalakiyan qedexeye û niha jî ew qedexe ji bo 15 rojan hat dirêjkirin. Ragihandin ji aliyê parêzgeha Wanê de hat kirin.

Li gor ragihandina parêzgehê; qedexe ji 14 ê gulanê destpêdike û heya 28 ê gulanê dewam dike. Li gor biryara parêzgehê meş, civîn, aheng, vekirina stendan, xwepêşandan û çalakiyên weka wan hatin qedexekirin.