Çavdêrê Komkujiya Dêrsimê Silo Qiz koça dawiyê kir
PeyamaKurd - Çavdêrê Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938an Silo Qiz di 104 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Li gorî nûçeya PIRHAyê Çavdêrê Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938an û hunermend Silo Qiz ku di wê komjiyê de hemû naskiriyên xwe winda kiribûn û ji bo wî gotibûn ‘em wî nekujin, ew dê kêfa me xweş bike’ îro li Dêrsimê di 104 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Hunrmend Silo Qiz (Suleyman Dogan) ku wekî Bilbilê Dêrsimê jî dihat naskirin, wê sibe roja yekşemê li Dêrsimê bi axê were spartin.
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Silo Qiz, hêj di pênc saliya xwe de ji bavê xwe fêrî kemane bûye û piştî demekê jî dest bi ezivandinê kiriye û paşê bûye yek ji hosteyên kemanê û peyvê bû.
Wî bi sedan stran û awaz çêkirine ku di wan kilamên de zêdetir êş û azarên komkujiya Dêrsîmê aniye zimên.
Silo Qiz vê dawiyê bi piranî li dawetan û şînan muzîk çêdikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin