Tanrikulu bo komkujiya Dêrsimê daxwazname da meclisê

05 May 2020 00:47 0 dîtin
Tanrikulu bo komkujiya Dêrsimê daxwazname da meclisê

PeyamaKurd- Di salvegera komkujiya Dêrsimê de, parlementerê partiya komarî yê CHP ê Sezgin Tanrıkulu daxwaznameyekî pêşkeşê meclisa Tirkiyê kir. Daxwaznameya pêşkêşkirî kete wextê 83 yemîn salvegera komkujiya Dêrsimê ku ew jî îro ye. Tanrıkulu, ji meclisa Tirkiyê daxwaz kir ku arşîva komkujiya Dêrsimê bo raya giştî bê vekirin.

Sezgin Tanrıkulu ragihand ku di salên 1937 û 1938 an de, li Dêrsimê bi deh hezaran kes hatine kuştin, hatine koçber kirin û heya niha niqaşên di derbarê bûyera Dêrsimê de dewam dikin. Tanrıkulu dibêje ji salên 1926 an heya sala 1940 an, li Dêrsimê çi qewimiye, stratejiya dewletê çi bûye, mazinahiya bûyerê çi qase, bila temamên belgeyên di arşîvan de, yên li serokkomariyê û hemû dezgeyên dewletê de, bila di meclisê de bên komkirin û pêşkêşî lêkolîneran bikin.

Tanrıkulu dibêje ku kes nikare wan belgeyan bidest bixe û her kesê dixwaze belgeyan bidest bixe, rastî astengiyan tên.