Li Dêrsimê komkujiya Dêrismê ya destpêkê ya 4 ê gulana 1937 an hat bîranîn
PeyamaKurd – Li ser komkujiya Dêrsimê ya ku di 4 ê gulana 1937an de, bi biryara encumena wezîran ya Tirkiyê ya bi jimare 86 destpêkiribû û navê wê danîbûn ‘Hereketa Tenkîlê ya Tunceli’ bi rêzebîranînan hat bîranîn. Bîranîna ewilî li navça Nazimiyê li Derê Çirrî pêk hat. Ya duyê li navenda Dêrsimê li meydana Seyîd Riza hat kirin. Bîranîn ji aliyê Platforma Emek û Demokrasiyê ya Dêrsimê de hat kirin. Di axaftinan de daxwazên weha hatin kirin:
-Bila dewlet bi fermî lêborînê bixwaze.
-Temamê arşîva pêvajoya Dêrsimê ya salên 1937/38/39 û rastiya wan bi raya giştî re parvebikin.
-Mirovên ku wenda û candayiyên wan hene, bila fermî mafên wan bidin.
-Kesên wendayî (zarok-jin-îxtiyar) bila vekolin bê li ku derê ne û nasnama wan bên vekolîn.
-Bila navê Dêrsimê û navên jîngehên wê yên berê paşde bidin.
-Bila ciyê gorên Seyîd Riza û kesên îdamkirî ragihînin.
-Bila komkujiya Dêrsimê weke fermî bi komkujî bê naskirin.
Piştî daxwuyaniyan, çalakvan heya Çemê Mûnzûrê meşiyan û ji bo gorîvanan gulan berdan nav Çemê Mûnzûrê.
Serokê berê yê baroya Diyarbekirê parêzer Cihan Aydın ji Rûdawê re ragihandiye ku komkujiya Dêrsimê weka komkujiya Hîroşîma û yên weka wê ye. Aydın weha gotiye:
“Fermana komkujiya Dêrsimê di rojekî weka îro de hat îmzekirin û di sala 1937 û 38 an de komkujî çêbû. Bi hezarî kes sirgûn bûn, hatin kuştin û qeydiya wan jî tine. Em dikarin komkujiyê weka ya Hîroşîma û Nagazakiyê binav bikin. Weka Rûandayê, weka Srebrenistayê. Niyeta dewletê qet tine ku bi van rastiyan re rû bi rû bibe.”
Li ser komkujiyê Veli Yıldız jî axifî û xwest ku ew êşa 86 sal berê jiyane bi dawî were. Yıldız weha got:
“Îro 4 ê gulanê û 86 sale em ciyê gorên xwe nizanin. Wan li ku derê defin kirine em nizanin. Canên me wenda ne, keçen me wenda ne, mirovên me kuştin, şewitandin. Zilma ku me dît kes nedît û em hêjî biratî û aştiyê dixwazin. Em tenê ciyê cenazên xwe dixwazin û mirovên xwe yên wenda dixwazin.”
Li gor rêjeyên fermî; li Dêrsimê 13.160 kes hatine kuştin, 11.818 kes sirgûn kirine û komkujî heya dawiya sala 1938an dewam kiriye. Hinek çakaniyên din behsa 50 hezar Kurd dikin ku hatine kuştin. Piraniya xelkê Dêrsimê bi baweriya xwe ya olî elewî ne û weke zarava bi Kurmancî û Zazakî an Dimilî diaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin