Çavkaniya leskerî: Operasyona 'Rojava' roja duyem a ‘Cejna Qûrbanê’ dest pê dike
PeyamaKurd – Rayedarekî ji artêşa Tirkiyê ji medya rûsî re ragihandiye ku tê çaverêkirin operasyona Rojhilatê Firatê (Rojava) piştî yekem roja Cejna Qûrbanê 11ê Tebaxê dest pê bike.
Piştî gefên dubare yên operasyona Rojhilatê Firatê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rayedarekî leşkerî yê tirk ji ajansa RİA Novosti ya rûsî re ragihandiye, “Artêşa Tirkiyê dibe artêşa Tirkiyê operasyona leşkerî piştî roja yekem a Cejna Qûrbanê 11ê Tebaxê bide destpêkirin.”
Erdogan doh di gotareke xwe de gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû, “Em li Sûriyê ketin Efrînê, Cerablûsê û El Babê. Emê bikevin Rojhilatê Firatê jî. Me Amerîka jî Rûsya jî agah kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin