Çavkaniyeke leskerî ya Sûriyeyî: Li Idlibê milîtanan balafireke me xist

15 August 2019 12:09 0 dîtin
Çavkaniyeke leskerî ya Sûriyeyî: Li Idlibê milîtanan balafireke me xist

PeyamaKurd - Televizyona dewletê ya Sûriyê piştrast kir ku milîtanan li Idlibê balafireke şerî xistiye. Rewşa sê pîlotên balafirê jî hêj nayê nediyar e.

Wê çavkaniya leşkerî got, “Roja 14ê Tebaxê, li herêma El Tamaniya balafireke ku li dijî terorîstên el Nûsrayê operasyon pêk dianîn, ji aliyê moşeka hêzên çekdar ve hatiye xistin.”

Ew Çavkaniya Sûriyeyî dibêje, rewşa pîlotan nayê zanîn û agahî tine ye bê gelo ew pîlot sax e yan na.

Beşeke mezin a Idlibdi kontrola Heyet Tahrir el Şam (HTŞ) de ye.

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî rêkeftina Soçiya ya sala 2018an a di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, divê çekên giran ên Idlibê bihatana stendin lê ev xala rêkeftinê heya niha bi tevahî pêk nehatiye.