Çavusoglu: Divê em nehêlin pirsgirêka Idlibê bandorê li têkiliyan bike
PeyamaKurd – Li demeke ku şanda Tirkiyê ji bo krîza Idlibê serdana Moskowê de dike de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji medya Rûsî re ragihand, “Divê em nehêlin pirsgirêka Idlibê bandorê li hevkariya navbera Rûsya û Tirkiyê bike.”
Çavuşoglu ji rojnameya İzvestiya re da xuyakirin ku ji bo Idlibê hîn gelek gavên bên avêtin hene.
Çavuşoglu got, “Ji bo rêkeftina dawî hevkariya Tirkiye û Rûsyayê dewam dike. Bersiva dawî bo vê mijarê piştî hevdîtina şanda me ya Moskowê hûnê hîn bibin. Divê em destûr nedin pirsa Sûriyê bandorê li hevkariya Rûsya-Tirkiyê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin