Çavusoglu û Pedersen civiyan: ‘Tirkiye pabendî biryara 2254 e’

17 January 2023 19:45 0 dîtin
Çavusoglu û Pedersen civiyan: ‘Tirkiye pabendî biryara 2254 e’

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen, hevdîtinek pêk anîn û Çavuşoglu diyar kir ku ew pabendî çareseriya siyasî ya Sûriyê û biryara navdewletî ya 2254 in.

Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew îro 17ê Çile li Enqerê bi Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen re civiyaye.

Çavuşoglu got ku Tirkiyê piştgiriya pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyê, xebatên Komîteya Destûra Sûriyê û biryara Konseya Ewlekariya Navdewletî ya biryara 2254 dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Çavuşoglu û Pedersen di demeke ku Tirkiye hewl dide bi hikûmeta Şamê re têkiliyên xwe normal bike pêk tê ku tê çaverêkirin di çend rojên bê de hevdîtinên asta bilind ên Enqere-Şamê berdewam bikin. Li aliyê din rêveberiya Amerîkayê jî ragihandiye ku ew li dijî asayîbûna bi Esed re ne.

Herî dawî rêveberiya Şamê li ser asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiyê daye xuyakirin ku divê Tirkiye leşkerên xwe ji nav Sûriyê vekişîne û piştgiriya xwe ya bo komên terorê yên opozîsyona Sûriyê jî bidawî bîne.