Çavusoglu û Yair Lapîd civiyan: Em di heman nêrînê de ne!

25 May 2022 18:36 0 dîtin
Çavusoglu û Yair Lapîd civiyan: Em di heman nêrînê de ne!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya Îsraîlê de, îro 25ê Gulanê ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd civiya.

Çavuşoglu piştî civînê got, "Em di heman nêrînê de ne ku di gelek waran de pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê de mekanîzmayên cuda ava bikin."

Di civîna rojnamevanî de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd destnîşan kir, piştî 15 salan Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Îsraîlê kiriye û got: “Ne tenê di warê diplomatîk û ewlehiyê de dê pêwendiyên me yên aboriyê jî geş bibin.”

Mevlut Çavuşoglu diyar kir, bi Îsraîlê re heger ew li ser rojeveke erênî bixebitin ew ê bikaribin pirsgirêkan jî bi awayekî erênî binirxînin.