Fuad Husên û Çavusoglu li Sibiryayê civiyan

11 October 2021 20:13 0 dîtin
Fuad Husên û Çavusoglu li Sibiryayê civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku beşdarî 60emîn salvegera Lûtkeya Tevgerên Bêalî bûn, li paytexta Sirbiya Belgradê hevdîtinek pêk anîn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna 60emîn salvegera Lûtkeya Tevgerên Bêalî hevdîtinek pêk anîn.

Derbarê naveroka wê hevdîtinê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Tevgerên Bealî bi armanca ku nebin aliyek di navbera Rojava û Rojhilatê cîhanê de hatibû damezirandin. Di salên 1970yî de ji bo ku ji herdu blokan yekê tercîh bikin jî wê tevgerê dest bi belavbûnê kir. Di 60 saliya xwe de 105 welat û 9 nûnerên saziyên navdewletî li Belgrada paytexta Sirbiyayê dicivin.