Fuad Husên û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê civiyan

19 February 2022 17:00 0 dîtin
Fuad Husên û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê civiyan

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Konferansa Asayîşê ya Munichê civiyan. Fuad Husên di civînê de diyar kir, pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin.

Li gor zanyariyan, di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên da zanîn, pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin û aramiya Iraqê bingeha aramiya navçeyê ye.

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar eşkere kir, girîng e hevahengiya ewlehiya me ligel Iraqê hebe.