Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Em rê nadin canê leskerên me bikeve metirsiyê

12 August 2021 13:57 0 dîtin
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Em rê nadin canê leskerên me bikeve metirsiyê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, bi serdanekê li Pakistanê ye û li ser parastin û xebitandina Balafirxaneya Navdewletî ya Kabulê ya paytexta Afganistanê axivî û diyar kir, dê di çend rojên pêş de mijar diyar bibe û biryar li ser bê dan.

Hulusî Akar da zanîn: “Di rojên pêşiya me de, mijar dê zelal bibe. Bi ti awayî em rê nadin canê leşkerên me bikeve metirsiyê.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, piştî pêşketinên bilez û berfireh ên çekdarên Talîbanê li Afganistanê û kontrolkirina gelek navendên parêzgehan û navçeyan tê.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê herwiha amaje bi ewlekariya sînorên wî welatî kir û diyar kir: “Hakimiyeta sînoran di destê hêzên me de ye, ji bo vê çi tiştê ku lazim be kiriye, bi tedbîrên zêde ve jî didomîne. Mehmetcik di van xebatan da bi tenê nîne.”

Akar herwiha eşkere kir: “Divê ewlehiya sînoran tenê wek xetekê neyê nirxandin. Tedbîr ji sînor destpê dikin û hetanî herêmên li pişt xwe, xalên kontrolê û navendên bajaran li xwe digirin.”