Zerîf û Çavusoglu bi amadehiya Serokê MÎTa Tirkiyê civiyan

19 March 2021 17:22 0 dîtin
Zerîf û Çavusoglu bi amadehiya Serokê MÎTa Tirkiyê civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro 19ê Adarê serdana Tirkiyê kir û li Stenbolê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu û Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan civiya.

Di civîna Zerîf û Çavuşoglu ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî beşdarî kiriye de, li gorî zanyariyan pêwendiyên dualî, pêşhatên herêmê û cîhanê hatine gotûbêjkirin. Lê belê derbarê naveroka civîna îro de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Hêjayî gotinê ye, serdana Cewad Zerîf piştî krîza bi daxuyaniyên balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî derbarê Şingalê de derketiû û herdu welatan bertek nîşanî hev dabûn pêk hat.