Cebar Yawer: Pêsmerge di operasyona Kerkûkê de nîne
PeyamaKurd - Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer ragihand, Pêşmerge di operasyona dijî DAIŞê ya li derdora Kerkûkê de ne beşdar e û got, “Heger daxwaz ji me hatiba kirin, em dê beşdar bibûna.”
Li gorî nûçeya Rûdawê Cebar Yawer daye xuyakirin, ev operasyona ku li sînorê Kerkûkê û çend parêzgehên din ên Iraqê destpê kiriye li dijî paşmayên DAIŞê ye û diyar kir, hikûmeta Iraqê bi tena serê xwe wê operasyonê dike û tenê hêzên ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê tevlî operasyonê bûne û pêşmerge tê de ne beşdar e.
Cebar Yawer destnîşan kir, heger daxwaz ji me bihata kirin em dê beşdar bibûna, ji ber ku bi hev re karkirin li navçeyê di berjewendiya Hewêr û Bexdayê de ye.
Artêşa Iraqê bi navê Operasyona Lehengên Iraqê li sînorê başûrê rojavayê Kerkûkê îro sibehê operasyoneke berfireha a bejahî û asmanî li dijî DAIŞê da destpêkirin ku Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê daye xuyakirin, wê operasyon heta sînorê parêzgeha Selahedînê berdewam bike.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî îro ji bo şopandina operasyonê, serdaneke neçaverêkirî li Kerkûkê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin