Cebar Yawer: Yekhêzbûna Pêsmerge di berjewendiya hemû aliyan de ye
PeyamaKurd - Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku Yekbûna hêzên Pêşmerge di berjewendiya hemû alî û welatiyên Kurdistanê de ye.
Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand: “Pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmerge demek dirêje dest pê kiriye. Di sala 2009ê de her du serokan, Serok Barzanî û Mam Celal li ser yekkirina hêzên Pêşmerge li hev kirin. Li Silêmaniyê û Hewlêrê 2 wezaret hebûn, lê ev her du wezaret di sala 2010an hatin yekkirin.”
Cebar Yawer di berdewamiya axaftina xwe de, balê kişand ku piştî yekbûna her du wezaretan, fermandeyek li ser asta Herêma Kurdistanê hatiye avakirin û Serokê Herêmê, wek Fermandarê Giştî yê hemû Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.
Yawer da zanîn ku : “Piştî sala 2014’an Hevpeymanan bi me re dest bi proseya reform û yekgirtinê kirin ku di sala 2018’an de dest pê kir û ji 35 made pêk dihat.”
Sekreterê Berê yê Wezareta Pêşmerge, yekhêzbûna Pêşmerge girîng nirxand û got: “Di berjewendiya her du aliyan de ye, eger hêzên Pêşmerge bên yekxistin û prose bi dawî were. Ew hêz dê bibe hêzeke yekgirtî ya profîşnal di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku dê berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û hemû welatiyên Kurdistanê û hemû aliyên Kurdistanê biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin