Yawer: Derxistina PKKê û hêzên Tirkiyê ji deverên sînorî erkê hêzên Pêsmerge ye

01 September 2021 11:14 0 dîtin
Yawer: Derxistina PKKê û hêzên Tirkiyê ji deverên sînorî erkê hêzên Pêsmerge ye

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê, do di panelekê de axivî û got; derxistina PKKê û hêzên Tirkiyê ji deverên sînorî, erkê hêzên Pêşmerge ye. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyar kir; Wezîrê Berevaniyê, nekarî bersiveke rast bide vê pirsê.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer daye zanîn: “Me ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re pirsyar kir ku em çawa dikarin bi hev re û bi hevbeşî kêşeya hebûna PKKê û leşkerkêşiya Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê çareser bikin. Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê bersiveke razîker neda û da zanî: ‘‘Berpirsyariya wergirtina helwestê li hember hebûna hêzên Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, di stûyê Hikûmeta Iraqê de nîne û divê Pêşmerge şerê PKKê bike û wan hêzan ji wan deveran derbixe.”

Cebar Yawer eşkere kir, dema pirsyareke din arasteyî Wezîrê Berevaniyê kiriye, wezîr yekser hêrs bûye û mîkrofon avêtiye û ji panelê derketiye.

Li ser rewşa Şingalê û hebûna Heşda Şeibî li wê deverê û daxwaza navdewletî ya ji bo derketina çekdaran ji Şingalê, Cebar Yawer destnîşan kir; kêşeyeke mezin li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa wê navçeyê û vegerandina awareyan ji bo cih û warên wan heye.

Cebar Yawer eşkere kir, li gor rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, diviyabû 3 hezar kes ji xelkê navenda Şingalê weke hêzeke polîs ji bo parastina navçeyê werin damezrandin, lê mixabin heta niha Hikûmeta Federal nekariye rêkeftina Şingalê cîbicî bike.