Sêwirmendên Hevpeymanan : Em Pistgiriya Yekhêzbûna Pêsmergeyan dikin

10 December 2023 22:19 0 dîtin
Sêwirmendên Hevpeymanan : Em Pistgiriya Yekhêzbûna Pêsmergeyan dikin

PeyamaKurd - Berperisê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê General McKenzie radigehîne: “Em dê li Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piroseya çaksaziyê û hevgirtina hêzên 70 û 80 û pêşxistina karûbarên firqeyan li Wezareta Pêşmerge piştevanên we bin, ji bo wê yekê jî em dê bi hev re karên hevpar bikin û pilanên sitratejî dabinin”.

Îro di 10ê Berfembarê de, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdsitanê Şoreş Ismaîl û Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Sikirtêrê Giştî û Fermandeyê Fermandeya Hêzên 70 û 80 yên Pêşmergeyan û efserên pile bilind ên Wezareta Pêşmerge li Dîwana Wezareta Pêşmerge bi Berpirsê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan General McKenzie û Berpirsê Nivîsîngeha Hevahengiyê yê Balyozxaneya Amerîkayê Kolonel Michael Gachero û şêwirmendên bilind ên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê civiyan.

Li dû ragehandineke Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge di wê civînê de tekez li ser bileztirkirina piroseya çaksaziyê û pêkvekarkirinê kiriye, ji bo biserxistina piroseya rêkxistinê û yekkirina hêzan di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de.

Herwesa hatiye ragihand ku “Bi hevahengiyeke zêdetir bi dostên me re ji hêzên hevpeymanan, em bizavê dikin hêzan rêxistin bikin, bi merema çêbûna hêzeke neteweyî ya mukom û rêxistî û xwediyê dispilîneke serbazî li jêr sîwaneya Wezareta Pêşmerge de”.

Li beranberî wê yekê, Berpirsê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê ragihand ku “Hevpeyman bi hûrî çavdêriya Wezareta Pêşmerge dikin”.

Herwisa got, “Em dixwazin hêza Pêşmergeyan bigehe astekî bilind ê serbazî”.