Çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê 4 kesên sivîl revandin

09 December 2021 13:00 0 dîtin
Çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê 4 kesên sivîl revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê, çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, 4 kesên sivîl revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarê “Ehrar El-Şerqiye” roja 30ê Mijdarê xortê bi navê Esed Mihemed Elî Heyder ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Rêxistinê herwiha da zanîn, koma “Polîsê Leşkerî” ji roja 27ê Mijdara borî ve Hejar Mihemed Gulîn yê 26 salî ji gundê Behdîna yê li navçeya Raco revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, koma Polîsê Leşkerî ji destpêka vê mehê ve Mihemed Nûrî Qedemo yê 34 salî ji navçeya Bilbilê ve revandiye û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Herwiha rêxistinê ragihand, xortê Efrînî Ehmed Ezîz Elo meha borî dema ji herêma Şehbayê vedigeriya Efrînê, bi rê de li herêma Babê ji aliyê çekdaran ve hatiye revandin û heta niha ti zanyarî li ser wî tune ne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê destnîşan dike, komên çekdaran bi armanca stendina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.