Çekdarên Hesda Seibî li navçeyên Kurdistanî diziya cotkarên Kurd dikin

13 June 2021 21:12 0 dîtin
Çekdarên Hesda Seibî li navçeyên Kurdistanî diziya cotkarên Kurd dikin

PeyamaKurd – Hat zanîn ku çekdarên sepandî yên Heşda Şeibî li sînorê Xurmatû, berhemên cotkaran di nav zeviyan de jê dikin û didizin û aliyên fermî yên pêwendîdar jî ti helwestekê li hember wan nîşan nadin.

Cotkarekî kurd ê sînorê gundê Elbûsebah a ser bi qeza Xurmatû ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin dibêje: “Niha dema pêgeheştina berhemên zebeş, bacan, bamye, tirozî û çend berhemên din e û hejmareke zêde jî cotkarên li sînorê Xurmatû li ser herdu aliyên rêya navbera Xurmatû û Daqûqê kiştûkalî kirine ku zêdetirî ji 30 kîlometre ye. Di her mesafeyeke kêm û nêzîkî hev ên wan zeviyên kiştûkaliyê de milîsên Heşdî Şeibî xalên serbazî danîne.”

Cotkarê Kurd ji BasNewsê re gotiye: “Cotkar zêdetir bi roj di nav zeviyên xwe de ne û bi şev lê nînin. Ew hêzên ewlehiyê yên li navçeyê rawestgeh û xalên kontrolê danîne li navçeyê hatine belav kirin, bi şev berhemê ked û westandina wan cotkaran didizin. Tenê bi wê jî narawestin ku hinekê jêbikin, piraniya wê jêdikirin û dibin.”

Cotkarê kurd diyar kiriye ku îdareya bajar jî li hember wan kiryarên hêzên sepandî û milîs bê helweste û ti bertekê nîşan nade ku tenê zirar û ziyan digehe cotkaran.