Çekdarên koma Hemze 300 darên zeytûnan ê hemwelatiyekî Kurd birîn

06 January 2022 14:59 0 dîtin
Çekdarên koma Hemze 300 darên zeytûnan ê hemwelatiyekî Kurd birîn

PeyamaKurd – Çekdarên koma Hemze yên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 300 darên zeytûnan ê hemwelatiyekî Kurd birîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê, çekdarên koma Hemze, nêzîkî 300 darên zeytûnan yê hemwelatiyekî Kurd bi navê Hesen Bekir Birîmko li gundê Darkiriyê li nahiya Mabata ya Efrînê birîne.

Heman çavkanî eşkere dikin, koma Hemze bi terektor û alavên birîna daran çûne nava darên zeytûnan ê navborî û darên wî birîne, hinek dar bi temamî ji koka wan ve birîne û hineke din jî nîvê wan birîne û ji bo bajarê Efrînê veguhestine, da ku ji bo şewitandinê bi kar bînin yan jî li bazaran bifroşin û bazirganiyê pê bikin.