Çekdarên Tirkî xortekî Kurd pistî ku neçarî dayîna fidyeyê kirin berdan
PeyamaKurd – Li gundê Şêxûtka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, çekdarên Tirkî xortekî Kurd, piştî ku neçarî dayîna fidyeyê kirin, berdan.
Li gorî zanyariyên ji Afrinpostê, milîsên “Ceyş El-Nuxbe” pêr xortê Kurd ê bi navê Henan Reşîd “Bixoro” ji şêniyên gundê Şêxûtka, piştî ku 300$ da berda.
Çekdarên Tirkî, xort Henan ji mala wî ya li gundê Şêxûtka bi hinceta tevlîbûna nava YPGê desteser kir û beramberî pereyan jî berda.
Ev cara sêyemîn e ku şênî Beşar bi heman tawanê tê binçavkirin ku cara yekê 200$ û cara duyemîn jî 400$ da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin