Welatiyên Kurd ên Tirkî ew teslîmî çekdarên Sûrî kiribûn hatin berdan

01 January 2022 15:00 0 dîtin
Welatiyên Kurd ên Tirkî ew teslîmî çekdarên Sûrî kiribûn hatin berdan

PeyamaKurd Welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, hatin berdan.

Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade diyar kir, ew 9 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku havîna sala 2021 ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibûn girtin û teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, bi hevkarî û hemahengiya navbera Tirkiye, Îran û Sûriyê hatine berdan û derbasî Tirkiyê bûne.

Herwiha Xetîbzade eşkere kir, ew welatiyên Kurd wê îro (1 Çile) ji sînorê Kapikoy (Wan) û Razî (Xoy) re derbasî Îranê bibin û vegerin nav malbatên xwe.

Li gor zanyariyan, 8 kes ji wan welatiyên Kurd xelkê bajarokê Pawe ne û yek jî xelkê Serdeştê ye.

Ew welatiyên Rojhilatî dema dixwestin ji Tirkiyê derbasî Ewropa bibin û daxwaza mafê penaberiyê bikin, li Tirkiyê hatin girtin û ji bo ku teslîmî Îranê neyên kirin, xwe wek welatiyên Sûrî dabûn nasandin, ji ber wê jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin. Ew zêdetirî 4 mehan li bajarokê Ezazê di destê çekdarên Sûrî de girtî bûn.