Xortekî Kurd di gulebarana serbazên Tirkî de hat kustin
PeyamaKurd – Ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin li navçeya Rûbarok a ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê, di gulebarana serbazên Tirkî de hat kuştin.
Li gor zanyariyan, ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin ê 21 salî li ser xeta sînorê navçeya Rûbarok û Herêma Kurdistanê bi gulebarana serbazên Tirkiyê can da.
Hat ragihandin, Tahsîn Yalçin û 2 hevalên xwe yên ku derbasî Herêma Kurdistanê bibûn, di saet derdora 03:00an de dema vedigeriyan mala xwe ya li navçeya Rûbarokê rastî êrîşa serbazên Tirkiyê hatin û Tahsîn Yalçin ê ku di encama gulebarana serbazan de ji sînga xwe birîndar bû can da, 2 kesên din jî bi saxî xelas bûn.
Hat diyarkirin ku Tahsîn Yalçin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û wê piştî otopsiyê bê binaxkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin