Çêkirina projeya xeta trênê ya Kurdistanê dest pê dike

08 August 2021 20:13 0 dîtin
Çêkirina projeya xeta trênê ya Kurdistanê dest pê dike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku çêkirina projeya xeta trênê ya navbera bajarên Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Wezîrê Avadankirin û Niştecîkirina Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, sala bê dê plana rêya şemendîferê (trên) bikeve warê cîbicîkirinê.

Dana Ebdulkerîm îro serdana projeya rêya Silêmanî-Kelarê kir û li wir eşkere kir, wê 60 milyar dînarê din bo wê projeyê were terxankirin da ku havîna sala bê were xilaskirin.

Dana Ebdulkerîm li ser projeya rêhesinê jî axivî û got, em mijûlî xwe amadekirinê ne da ku dest bi pê bikin. Sala bê emê dest bi çêkirina rêya trênê bikin.

Li gorî projeya hatiye dariştin, di qonaxa yekem de 620 km û di qonaxa duyem de jî 295 km rêhesin tê çêkirin.

Hikûmeta Kurdistanê Tîrmeha îsal bi kompaniya Almanî ya “deutsche bahn” re li ser projeya rêya trênê hevdîtin kiribû ku biryare ew kompanya di demek nêzîk de ji bo bicihanîna projeyê were Kurdistanê.