Pêsniyar hate qebûlkirin: Xeta trênê û otoban di Kurdistanê re derbas dibe
PeyamaKurd - Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Rêveberê Giştî yê Rêyên Hesin ên Iraqê Yûnis El-Keibî, li ser mijara Rêya Geşepêdanê ku di navbera Tirkiye, Iraq, Qeter û Îmaratê de rêkeftin hatiye îmzekirin civiyan.
Ano Cewher ragihand ku li ser pêşniyara Herêma Kurdistanê projeya “Rêya Geşepêdanê” wê di Herêma Kurdistanê û Iraqê re derbas dibe.
Cewher got: “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi hevkariya ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, em bi Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Iraqê re û kompanyaya Îtalî ya taybet bi rê hesin re civiyan.”
Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê da zanîn, “Di civînê de, pêşniyara Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê xeta trênê û otobana navdewletî ya bi navê Rêya Geşepêdanê de hat qebûlkirin ku di rojhilatê çemê Dîcleyê re ber bi Deşta Neynewayê ve biçe, piştre jî di deverên Sêmêl û Dêrabûnê re bigihe sînorê Iraq-Tirkiyê.”
Rêveberê Giştî yê Rêyên Hesin ên Iraqê Yûnis El-Keibî jî got: “Rêya Geşepêdanê ji bendera Fawê heta Mûsilê 1200 kîlometro ye û hatiye pesendkirin, bi awayekî ku ji bakurê Mûsilê ber bi Herêma Kurdistanê ve û piştre bigihe sînorê Iraq û Tirkiyeyê. Demeke kêm ji bo bicihkirina projeya Rêye Geşepêdanê maye.”
Keîbû got: “Em dixwazin Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi tora navdewletî û rêya hesin ve girêbidin.”
Projeyê Rêya Geşepêdanê, yek ji wan xalan e ku di navbera Tirkiye û Iraqê de lihevkirin li ser hatiye kirin, ku di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Rêya Geşepêdanê ji rêya bejahiyê, hêlên hesin û benderên avê pêk tê, ji Kendava Erebî di nav Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin