Sanda Herêma Kurdistanê ji bo projeya çêkirina xeta trênê bi kompaniya Alman re dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Avadanî û Niştecîhbûnê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm bi armanca guftûgo kirina derbarê dîzayna projeya xeta trênê li herêma Kurdistanê bi berpirsên kompaniya Deutsche Bahn a Almanî re dicive.
Di çarçoveya hewldanên ji bo bicihkirina projeya xeta trênê li herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî şandeke wezareta avadanî û niştecîhbûnê ya bi serokatiya wezîrê avadanî û niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm gihîşt Almanyayê.
Wezîrê avadanî û niştecihbûnê berî niha dabû xuyakirin, ew bernameya hatiye danîn di çarçoveya karê wezareta avadaniyê de ji bo çar salên temenê kabîneya nehem e û bi piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê, projeya xeta hesin dê bê bicihkirin û di vê derbarê de pêngavên girîng hatine avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin